Wek qurmekê dara gulê
Her salekê şiqin didim
Tarî û şev min nas dikin
Tîrêjeka rojê me ez..
Min lêv dikin li her deran
Ez dame ser çav û seran
Cejna we me, Newrozime
Ez şoriş û bahozime
Bo serxwebûnê şer dikim
Pêşmergeyê çiya me ez
Bona şehîd misk û gulav
Bo bendiyan ezim silav
Hem saz û awazên we me
Hem çakûtê Kawa me ez..